hesretên xwe ji bîr bikim - İsme Özel Şiir
GenelKürtçe Şiirler

hesretên xwe ji bîr bikim

ji min re nameyekê binivîse
bila di nav de
rondikên çavên te hebin
ez ê bi rondikên te re biaxivim
ew ê ji min re êşên hesretên te vebêjin

ez ê herroj rondikek vexwim
êşên xwe
hesretên xwe ji bîr bikim…

ji min re nameyekê binivîse
bila di nav de porên te yên jêkirî hebin
ez ê porên te belav bikim bayê sibehê
biçim kuderê 
bêhna porên te wê bi min re be
ez ê bi bêhna te dilê xwe şa bikim

ji min re nameyekê binivîse
bila di nav de destmalek hebe
wê destmalê lêxe bedena xwe ya nazenîn
ez ê herşev di bedena xwe de te hîs bikim
ez ê bi desmala te ve
xwe ji nû ve biafirînim

ji min re nameyekê binivîse
bila di nav de
çavên te yên melûl
destên te yên biçûk
lêvên te yên agirî hebin
bila di nav de
êşên te 
hesretên te
hezkirinên te hebin

ji min re nameyekê binivîse
bila di nav de tew tu hebî
ez ê her û her te bixwînim
te bibînim 
te hîs bikim….

Helbest:Occo Mahabad

Resim Yükle
Resim Yükle
Tags

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button
Close
Close

LÜTFEN REKLAM ENGELEMENİZİ KAPATINIZ

İŞLETMEMİZ AYAKTA DURABİLMESİ İÇİN SPONSOR REKLAMLARIN GELİRLERİNE İHTİYACIMIZ VARDIR....