GenelKürtçe Şiirler
Ev bû
Ev bû…
Bajarekî şewitandî
Mirovên kuştî
Der û dorên bombekirî
Evînên qedexekirî
Ev bû jiyana min
Ji ber hezkirinekê
Min dikirin Îsa
Dihatim kevirkirin
Li nava meydanê dadiliqandin
Bi gunehên hezar salan dihatim sûcdarkirin
Ji ber sewdayekê
Li nava meydanê dihatim şewitandin
Civatek bi kuştina min xwe paqij dikir
Helbest:Occo Mahabad
DİĞER SAYFA ACILIYOR 45 SANİYE SONRA