carinan wisa dixwazim bigirîm

carinan wisa dixwazim bigirîm
dibêjim bigirî dilê min bigirî
bi têra xwe bigirî
heta sibê bigirî
paşê tu têyî bîra min

hêrs dibim
diqehirim
kufirek dikim
‘’fahişeya herkesî’’
Nifirek dikim
‘’Xwedê bela xwe bide te’’
cixareyek dikişînim
qedehek araq vedixwim
li stêrkan dinêrim
destên xwe dinêrim
serê xwe ditewînim
dîsa dixwazim bigîrim
dîsa dîsa dîsa lê çênabe
malkambaxê 
fêm dikim ku
bi te jî tenê me bê te jî
bi te jî ne bextewar im bê te jî
bi te jî belengaz im bê te jî…


[highlight]Helbest:Occo Mahabad[/highlight]

taner

Taner Temel HAKINDA BEN KENDİ HALİMDE BİRİYİM YAZDIĞIM SÖZLER VE ŞİİRLER SİZLERİ HAYATA DAHA ÇOK BAĞLAYA BİLMEK VE HAYATI SEVEDİRE BİLMEK İÇİN ÇABALIYORUM.. BUNU BAŞARA BİLİYORSAM NE MUTLU BANA Kİ İNSANLARI HAYATA BAĞLIYORUM.. SAYGILARIMLA

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir